03:13 18 Hezîran 2018
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

KENY îro bi rojeva Kurdistan û Iraqê dicive

© AP Photo / Julie Jacobson
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryar da ku bi rojeva Kurdistan û Iraqê bicive.

Li gor zanyariyên berdest, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryar da ku bi mijara Kurdistan û Iraqê bicive û di civînê de wê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa dawî ya hilbijartina Iraqê were nirxandin.

Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis jî derbarê nelihevkirinên Kurdistan û Iraqê de wê raportekê pêşkêş bike û di civînê de wê mafê Herêma Kurdistanê di Destûra Bingehîn a Iraqê de bê gotûbejkirin.

Herwiha di civînê de wê mijara hilbijartina Iraqê ku tê îdîakirin sextekarî hatiye kirin jî were nirxandin. Parlamentoya Iraqê ji ber dîtina belgeyên sexte li kampên penaber ên Enbar, Selahadin, Nînova û Diyalayê hilbijartin betal kiribû û biryar dabû ku ji sedî 10ê sindoqan ji nû dewerin jimartin.

 

 

Bi heman mijarî:

Amerîkayê destûr neda KENY bûyerên Xezzeyê vekolîne
KENY, biryarnameya Rûsyayê ya di derbarê şermezarkirina êrîşa li ser Sûriyeyê qebûl nekir
KENY: Dibe rewş aloztir bibe
KENY bi daxwaza Fransa û Brîtanyayê ji bo 'serneketina' agirbesta Sûriyeyê dicive
Rûsyayê ji bo biryara KENY bangî Amerîkayê kir
Etîketan:
KENY, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de