04:58 22 Hezîran 2018
Donald Trump-Kim Jong Un in

Gelo hevdîtina Trump û Kim dê pêk were an na?

© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Koreya Bakur ji bo hevdîtina serokê DYAyê Donald Trump û yê Koreya Bakur Kim Jong, dîplomatên xwe şandine DYAyê û Singapurê.

Ajansa fermî ya Koreya Başûr Yonhap ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekê got, ji bo hevdîtina di navbera DYAyê Koreya Bakur de xebatên dîplomatîk didomin. Herwiha bi piştrastkirina nûçeyê Cîgirê Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran Kim Yong Chol piştî 18 salan bibe rayedarê pile bilind ê Koreya Bakur ku çûye DYAyê.

Li gor ragihandina ajansê Cîgirê Serokê Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran Kim Yong Chol û alîkarê lîderê Koreya Bakur Kim Yong Chol piştî hevdîtinên li paytextê Çînê Pekinê, dê biçin Dewleta Yekîtiya Amerîkayê (DYA).

Li gor NHKyê jî cîgirê berpirsê operasyonan yê amerîkî Joe Hagin û hin rayedarên hikumetê duh ji baregah DYSAyê ya li Japonyayê çûn Singapurê.

 

Bi heman mijarî:

Trump ji ber têkçûna guftûgoyan Kim Jong-un tawanbar dike
Trump: Hevdîtina bi Kim re çênebe em ê derbasî pêngava didin bibin
Pompeo: Ez ji Kim Jong-un bawer dikim lê ji bo li hevkirinê em hê dûrê hev in
Etîketan:
hevdîtin, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de