23:01 21 Hezîran 2018
Çêlek

150 hezar çêlek têne telefkirin

© REUTERS / Mathieu Belanger
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku New Zelandayê ji bo tunekirina nexweşiyeke bakterî plan dike ku 150 hezar çêlekî telef bike.

Li gor zanyariyên berdest, hikûmeta New Zelandayê ji bo bidawîanîna nexweşiyeke bakterî plan dike ku 150 hezar çêlekî telef bike. Li gor daxuyaniya dawî siyasetmedar û karsaz li ser planê li hev kirin.

Bûhayê projeyê wê 886 milyon dolar bigre, plan di nava 10 salan de pêl bi pêl wê têkeve meriyetê û li welatek cara yekemîn dê ji bakteriya Mycoplasma bovis paqij bibe. Telefkirina reqema 150 hezar çêlek di dîroka welatê New Zelandayê de yekem e.

Bakteriya Mycoplasma bovisê cara yekemîn Tîrmeha 2017an li welatê Zelandayê hatibû kifşkirin. Ev nexweşî li gelek deverên Ewropa û Amerîkayê hatiye dîtin û di girêşîra çêlekê de îltîhab, zatûre, ba û hinek nexweşiyên mayînde.

Bi heman mijarî:

Misilmanê ku çêlek serjê kir hat lînçkirin
Li Hindistanê misilmanên ku çêlek dizîn hatin kuştin
Dewletê ji bo çêlekê tezmînat da
‘Ji bo 5 çêlekan qeyûm hat tayînkirin'
Rêveberiya zaningehek li Tirkiyeyê, Cejna Çêlekan qedexe kir
Etîketan:
150 hezar çêlek tên etelefkirin, New Zelanda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de