06:57 22 Hezîran 2018
Sîleh - Çek - Gule - Cebilxane

Hêzên ewlehî çekan difroşin milîtanên rêxistinê

© Sputnik / Mihail Voskresenskiy
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku digel hemû bergiriyên ku hatine standin hê jî hêzên ewlehî yên Afganistanê çek û cebilxaneyan difroşin milîtanên Talîbanê û rêvebir ji vê nîgeran in.

Talîban
© AFP 2018 / Noorullah Shirzada
Li gor nûçeya ajansa Tesnimê, Midûrê Ewlehî yê eyaleta Badgaysê Ehmed Fehîm Qaîm di axaftin axaftina xwe de got: "Mixabin digel hemû bergiriyên ku hatine wergirtin hê jî çek û cebilxane ji aliyê yekîneyên ewlehî ve bo Talîbanê tê firotin. Polîs û leşkerê ku firotina çek û cebilxaneyan li ser were tespîtkirin dê bi cezayê herî giran bê cezakirin."

Wezareta Parastin a Afganistanê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku milîtanên Talîbanê di şerê li hemberî hêzên afgan de çekên modern bikar anîn.

Herwiha li gor nûçeya Mepa Newsê ku dispêrê çavkaniyên herêmî, milîtanên Talîbanê êrişî baregeha leşkerî ya girêdayî navçeya Nevaya bajarê Hilmendê. Li gor agahiyan Talîbanê bi çekên modern ê Amerîkayê êriş pêk anîye.

Bi heman mijarî:

Vê carê jî şape li Afganistanê rabû
‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
Etîketan:
Talîban, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de