01:24 18 Hezîran 2018
Donald Trump û Kim Jong-un

Ji Donald Trump daxuyaniya Koreya Bakur

© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hisabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji bo plankirina hevdîtina herdu serokan heyeteke amerîkî gihîşte Koreya Bakur.

Li gor agahiyan heyeta amerîkî ji bo plankirina zîrweya Donald Trump û Kim Jong-un bi heyeta Koreya Bakur re dest bi hevdîtinan kir. Trump derbarê mijarê de peyamek parve kir û ragihand ku heyeta amerîkî gihîştiye Koreya Bakur.

Donald Trump di peyama xwe ya Twitterê de got: "Potansiyeleke mezin a Koreya Bakur heye û ez bawerim rojekê wê bibe navenda fînans û ekonomiye. Kim Jong-un jî di meseleyê de tevlî min dibe. Wê bibe."

Ji aliyê din ve berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Heyeta amerîkî li herêma bêçêk a gundê Panmunjomê bi heyeta Koreya Bakur re hevdîtinan dimeşîne. Amadehiyên hevdîtina Trump û Kim Jong-un dewam dikin."

Bi heman mijarî:

Trump ji ber têkçûna guftûgoyan Kim Jong-un tawanbar dike
Trump: Hevdîtina bi Kim re çênebe em ê derbasî pêngava didin bibin
Trump: Kim Jong-un ji bo welatê xwe xizmeteke mezin kir
Trump: Eger hevdîtina bi Kim re erênî derbas nebe ez ê civînê biterikînim
Trump: Ez ji bo hevdîtina bi Kim Jong-u re 5 cihan difikirim
Trump li ser ziyareta Kim ya Çînê got: Ez bi çar çevan li benda hevdîtinê me
Etîketan:
Serokê Koreya Bakur, Serokê Amerîkayê, Kim Jong-un, Donald Trump, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de