20:23 20 Hezîran 2018
Alayên Îsraîl û Îranê

‘Berpirsên îstîxbaratî yên Îran û Îsraîlê li Urdinê civînek li dar xistin'

© Sputnik / Руслан Кривобок
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku berpirsên Îranê û yên Îsraîlê bi mijara Sûriyeyê li Ammana paytextê Urdinê civînek li dar xistin.

Li gor nûçeya rojnamaya Îlaf a Erebistana Siûdî ku navenda wê li Londonê ye û dispêre çavkaniyekî ku di civînê de amade ye heyeteke berpirsên îranî ku Balyozê Îranê yê li Ammanê Mucteba Firdewsî jî di nav de bi heyeta îsraîlî ku Cîgirê Serokê Mossadê jî di nav de li oteleke Ammana paytextê Urdinê hevdîtinek pêk anîn.

Hevdîtina ku bi navbeynkariya Urdinê pêk hat de li gor îdîayan rêvebiriya Telavîv û Tehranê ji bo li başûrê rojavayê Sûriyeyê tevlî pevçûnan nebin li hev kirine.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku eger milîsên Hizbullah û Îranê tevlî şerê Girikên Golanê û sînorê Îsraîl-Ûrdinê nebin rêvebiriya Telavîvê mudaxeleya şer nake.

 

 

Bi heman mijarî:

Îranê teqez kir ku hebûna wê ya li Sûriyeyê dê dewam bike
Îsraîlê êrîşê balafirxaneyeke Îranê kir: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşî li midaxeleya leşkerî ya li dijî Îranê girt
Amerîkayê ji ber Îranê li hemberî şîrketên tirk biryara mueyîdeyan da
Şanda PDKê serdana Balyozxaneya Îranê kir
Mike Pompeo: Baweriya min bi xelkê Îranê tam e
Etîketan:
Îran û Îsraîlê li hev kir, Îsra, îsrail
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de