20:31 20 Hezîran 2018
Meha Remezanê

Cimaetê fetwa derxist: Dema rojîgirtinê 4 saetan hat kêmkirin

© AP Photo / Achmad Ibrahim
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Li welatê Îzlandayê komek misilman biryar da ku dema rojîgirtinê 4 saet were kêmkirin.

Li welatê Îzlandayê ji ber ku rojî dikeve demsala havînê û rojên herî dirêj li wî welatî ne, komek misilman hatin ba hev û dema rojîgirtinê ji 22 satean daxistin 18 saetan.

Cimaeta misilmanên li paytexta Îzlanda Reykjavikê daxistina saetên rojiyê bi Qûranê ve girêda û fetwaya ku 4 saetan dema rojîgirtinê kêm derxistin.

Li Îzlandayê dema navbera paşîv û fitarê 22 saet e û misilmanên li wî welatî dijîn di rojiyê de gelekî bêzar dibin.

Cimaetê li ser biryara xwe wiha got: "Xweda ji evdên xwe re hêsankariyê dixwaze. Em dizanin ku ji ber dema dirêj a rojîgirtinê gelek kes bêhiş dikevin. Lewma jî em dema wê kêm dikin."

Bi heman mijarî:

Peskov: Bi qasî bi jina xwe re diaxivim, ewqas jî bi Erdogan re diaxivim
Goran: Boykota siyasî jî di nav de hemû bijarde li ber me ne
Dê 500 xwendekarên Sûriyeyî li zanîngehên rûsî perwerde bibin
Koşka Spî: Heyeta me ji bo lutkeya DYA-Koreya Bakur diçe Sîngapûrê
Mîtinga HDPê ya Kolnê birêve çû: Destûr nedan 2 siyasetmedarên HDPyî biaxivin
Ji parêzgarê Duhokê daxuyaniya bûyera girtîgehê: Şer derneketiye
Etîketan:
Misilman, Îzlanda, Meha Remezanê, Rojîgirtin, Cîhan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de