00:46 20 Hezîran 2018
Serokê Koreya Bakur Kîm û Serokê Koreya Başûr Moon

Lîderê Koreya Bakur û Başûr cardin li hev civiyan

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un û yê Koreya Başûr Moon Jae-in li gundê sînor Panmunjomê cara duyem li hev civiyan e.

Piştî ku serokê DYAyê Donald Trump hevdîtina di 12ê Pûşberê ya bi lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un re betal kir û nediyariya xwe diparêze, ji Nîvgirava Koreyê nûçeyek balkêş hat.

Hat ragihandin ku lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un û yê Koreya Başûr Moon Jae-in li gundê bi navê Panmunjom ê li sînorê herdû dewletan hevdîtin pêk anîne. Li gor serokatiya koreya Bakur hevdîtin di saetên nîvro de pêk hatiye û derbarê hevdîtina Donald Trump û ya lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un hatiye axaftin. Herwiha hat eşkerekirin ku derbarê hevdîtinê de lîderê Koreya Başûr Moon sibê li gor saeta herêmî serê sibehê dê daxuyaniyekê bide.

Etîketan:
hevdîtin, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de