10:34 24 Hezîran 2018
Çêlek

Misilmanê ku çêlek serjê kir hat lînçkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Li herêma Satna ya eyaleta Madhya Pradeşa Hindistanê misilmanê ku bi îdîaya çêlek serjê kiriye ji aliye çeteyeke hindî ve hat lînçkirin.

Hindistan protesto
© Sputnik / Abhishek N. Chinnappa
Polîsê eyaleta Madhya Pradeşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku terziyê misilman bi navê Riyaz ku 45 salî bû li gundê Amgara yê herêma Satnayê bi îdîaya ku çêlek serjê kiriye ji aliyê çeteyeke hindî ve hat lînçkirin û hevalê wî ye 38 salî Shakel jî birîndar bû.

Shakel di îfadeya xwe ya polîsan de gotiye: "Çeteyekê derengê şevê êrişî min û Riyaz kir û em hê jî sedema wê nizanin. Îdîaya ku me çêlek serjê kiriye ne raste." Polîsan bi tohmeta kuştin û birîndarkirinê ji gundê Amgara 4 kes desteserkirin.

Li Hindistanê di van demên dawî de li hemberî misilmanan ji bo ku ajalan dibin selaxaneyan serjê dikin aciziyeke mezin çêbûye.

Bi heman mijarî:

Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
Çînê bi tundî Hindistan hişyar kir: Leşkerên xwe bikşîne
Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
Hindistan piştgiriya Kurdistanê dike
Hindistan, moşeka ku bi Rûsyayê re çêkiribû ceriband
Etîketan:
Li Hindistanê misilmanek hat lînçkirin, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de