00:46 20 Hezîran 2018
Punggye-ri

Koreya Bakur qada ceribandinê ya çekên nukleerê îmha kir

© AP Photo / Ahn Young-joon
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Koreya Bakur daxuyand ku tunekirina qada ceribandina nukleerê Punggye-ri qediyaye. Tunekirina qada ceribandina nukleerê Punggye-ri li ber çavên rojnamevanên biyanî yên amerîkî, brîtanî, rûsî û çînî hat kirin.

Qada ceribandina çekên nukleerê Punggye-ri, li herêmek çiyayîn û kêm nifûs a li bakurê rojhilata Koreya Bakur hatibû avakirin. Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un, piştî hevdîtina bi Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in re soz dabû ku beriya hevdîtina bi serokê DYAyê Donald Trump re dê qada ceribandina çekên nukleerê Punggye-ri tune bike.

Di rojên dawî de herçiqas tê payin ku hevdîtina herdû serokan pêk nayê û neyînî difkirin, tunekirina qadê û daxuyaniyên erênî yên Trump hêviyên hevdîtinê cardin gûr kir. Herwiha serokê DYAyê ji Fox Newsê re axivî û ramanên xwe bilêv kir ku îhtîmala hevdîtina 12ê Pûşberê ya li Singapurê zêde ye.

Bi heman mijarî:

Ji Koreya Bakur bo Mike Pence: Ehmeqî û nezanî ye
Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur
YE: Têkdana peymana nukleerî wê hevdîtinên bi Koreya Bakur re bixe zorê
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Etîketan:
qada ceribandinê, ceribandin, çekên nukleer, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de