09:48 23 Hezîran 2018
Donald Trump û Kim Jong-un

Ji Koreya Bakur bo Mike Pence: Ehmeqî û nezanî ye

© Sputnik / Ahn Young-joon, File
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Choe Son-hui ragihand ku em ê meseleya hevdîtina 12ê Hezîranê ya Serokê Amerîkayê Trump û Kim Jong-un dîsa bifikirin.

Trump û Kîm
© AP Photo / Evan Vucci, Wong Maye-E, File
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur (KCNA) Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Choe Son-hui daxuyaniya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ya ku gotibû ‘em ê Koreya Bakur bikin wek Libyayê ‘ bi ehmeqî û nezanî bi nav kir.

Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku Choe Son-hui gotiye: "Eseh Mike Pence rewşa Koreya Bakur fêhm nekiriye. Em ê ji bo diyaloga bi Amerîkayê re ti carî lavlavê nekin. Civîna Koreya Bkaur bi Amerîkayê re û destpêkirina bernameya nûkleerî bi helwesta Washîngtonê ve girêdayî ye."

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di axaftina xwe de ji bo peymaneke nûkleerî bangî Koreya Bakur kiribû û gotibû: "Eger tiştekî eksê wê were kirin dê Koreya Bakur jî bibe wek Libyayê."

Bi heman mijarî:

Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur
YE: Têkdana peymana nukleerî wê hevdîtinên bi Koreya Bakur re bixe zorê
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Koreya Bakur: Ta ku pirsgirêk çareser nebin, em dê bi Başûr re hevdîtinan pêk neyînin
Koreya Bakûr ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re guftûgoyên bi Koreya Başûr re rawestand
Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin
Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Koreya Bakur, Choe Son-hui, Koreya Bakur, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de