09:47 23 Hezîran 2018
Leşkerên Artêşa Libyayê

Li Ecdebiyê li hemberî artêşê êrişa bombeyî: Leşkerên kuştî û birîndar hene

© NASA . Goran Tomasevic
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragiahndin ku li bajarê Ecdebiyê ku dikeve rojhilatê Libyayê li hemberî artêşê êrişa bombeyî pêk hat, di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gor nûçeya ajansa Tesnimê ku dispêre çavkaniyên herêmî, li bakurê bajarê Ecdebiyeyê li herêma deriyê 60êmîn êrişkarekî bi wesayîta bombebarkirî êriş kir. Di encama êrişa xwekujî de 2 leşkerên girêdayî hêzên General Halife Hafter hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Herêma deriyê 60emîn berê jî çend caran rastî êrişên hatibû û herî dawî di meha adarê de milîtanên DAIŞê êriş kiribûn û 3 leşkerên girêdayî General Hafter hatibûn kuştin.

Ji aliyê din ve li gor çavkaniyên herêmî, grûbeke çekdar bi çekên giran êrişî deriyê bajêr ê Evicleyê kir. Di encama êrişê de di derî de şewat deerketiye û leşkerek hatiye revandin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
Qedafî namzediya xwe ya Serokatiya Libyayê ragihand
Li Libyayê şer: Herî kêm 9 mirî 21 birîndar
Pûtîn: Ji bo aştiya Libyayê bi hêvî me, em amade ne piştgiriyê bikin
IOM: Koçber li Libyayê wekî koleyan tên firotin
Etîketan:
artêşa Libyayê, DAIŞ, Halife Hafter, Ecdebiye, Libya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de