22:26 18 Hezîran 2018
Ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur

Peyamnêrê RTyê ji bo ku girtina polîgona nukleerê ya Punggye-ri bişopîne, çû Koreya Bakur

© REUTERS / Kim Hong-Ji
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Peyamnêrê Russia Today (RT) Igor Jdanov ji bo ku dema îmhakirinê ya polîgona nukleerê ya Punggye-ri tomar bike, çû Koreya Bakur.

Peyamnêrê Russia Today (RT) Igor Jdanov û komeke rojnamegerên biyanî ji bo şahidiya dema dîrokî ya li Koreya Bakur bikin, ji Pekînê çûn bajarê Wonsanê yê Koreya Bakur.

Jdanov diyar kir ku balafirxaneya Wonsanê ji yên din gelekî cudatir e û ev tişt gotin, "Li vir rêwiyên di rêzê de, qelebalixên bi lez û bez an jî ajokarên taksiyan tune ne. Tenê qadeke vala ya parkê û 3 otobisên ku dê me bibin navenda bajêr hene."

Ji ber girtina polîgonê tê payîn ku di 23-25ê Gulanê de merasîmeke biîhtişam were lidarxistin. Ji bo girtina dimên dema tunekirinê ya polîgonê ji Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Koreya Başûr rojnameger hatin vexwendin.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û serokê Koreya Başûr Moon Jea-in di dawiya meha nîsanê de li Panmunjomê hevdîtineke dîrokî pêk anîbû û soz dabû ku ew ê agirbesta 65 salî ya di navbera her du welatan de vegıherînin peymana aşitiyê û wê bi hevdu re bixebitin ku Nîvgirava Koreyê bi tevahî ji çekên nukleerî paqij bikin. Koreya Bakur herwisa daxuyandibû ku ew ê dezgeha nukleerê ya Punggye-ri bigirin.

Koreya Bakur di 15ê Gulanê de ji bo xerakirina poligona nukleerê ya Punggye-ri dest bi xebatan kiribû.

Bi heman mijarî:

YE: Têkdana peymana nukleerî wê hevdîtinên bi Koreya Bakur re bixe zorê
Trump: Dibe ku zîrweya Koreya Bakur were paşxistin
Koreya Bakur: Ta ku pirsgirêk çareser nebin, em dê bi Başûr re hevdîtinan pêk neyînin
Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin
Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
Koreya Bakur dê qada ceribandina nukleerê bigre
Etîketan:
polîgona nukleerê, şopandin, Peyamnêrê RTyê, Igor Jdanov, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de