23:17 21 Hezîran 2018
Artêşa Ûkraynayê

Tirkiye dê zêdetirî 9 milyon lîreyên tirk ji bo artêşa Ûkraynayê bişîne

© REUTERS / Valentyn Ogirenko
Cîhan
Lînkê kurt
0 02

Lijneya Wezîrên Ûkraynayê di danişîna xwe ya îro de peymana hevkariyê ya leşkerî û darayî ya bi Tirkiyeyê re pejirand. Li gorî vê peymanê Enqere ji bo ku amûr û xizmetên leşkerî bide Kievê, dê 9 milyon û 300 hezar lîreyên tirk bide Ûkraynayê.

Li gorî çarçoveya peymana hevkariya leşkerî û darayî ya di navbera Kiev û Enqereyê de Tirkiye dê ji bo rêveberiya Ûkraynayê bi qasî 9 milyon û 300 hezar lîreyan alîkarî bişîne.

Di nûçeya Ukrainskie Novostiyê (Nûçeyên Ûkraynayê) de hat diyarkirin ku 9 milyon lîreyên tirk ên (nêzikî 2 milyon dolar) vî pereyî dê ji bo amûr û xizmetên leşkerî yên artêşa Ûkraynayê, 300 hezar lîreyên din jî (nêzikî 67 hezar dolar) ji bo ku leşkerên ûkraynayî li navendên perwerdehiyê yên artêşa tirk perwerdehiyê bibînin, dê were terxankirin.

Hat ragihandin ku Peyman heta 5 salan derbas dibe.

Ligel vê peymanê Lijneya Wezîrên Ûkraynayê protokola alîkariya darayî ya bi hikumeta Tirkiyeyê re jî pejirand.

Bi heman mijarî:

Ji bo rêveberê RIA Ûkraynayê yê hat girtin, li Moskowê xwepêşandan tê lidarxistin
Dadgeha Ûkraynayê du meh sizaya girtina da rayedarê RÎA Novostiyê
Bo rojnamegerên RIA Ûkraynayê yên desteserkiriî li Moskowê xwepêşandan tê lidarxistin
Simonyan: Em ê bo rayedarê RİA Novosti Ûkraynayê têbikoşin
Etîketan:
peyman, pere, Artêşa Ûkraynayê, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de