09:48 23 Hezîran 2018
Bitcoin - dolar

Li Afrîkaya Başûr çeteyekî zarokek revand û wek fidye Bitcoin xwestin

© REUTERS / Dado Ruvic/Illustration
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Afrîkaya Başûr çeteyekê zarokek 13 salî revand û ji bo berdana zarokê ji malbata zarokê bi bihayê 120 hezar dolarê Bitcoin xwestin.

Li herêma Mpumalanga ya Afrîkaya Başûr li gundê Witbankê, zarokekê 13 salî dema ku bi hevalên xwe re dileyîst ji aliyê çeteyekî ve hat revandin. Çete piştê revandinê li malbata zarokê geriya û wek fidye Bitcoin xwestin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê polîsan Leonard Hlathi ve hat kirin "fîdye bi awayê notekî nivîskî xwestine, di nota nivîskî de hatiye gotin ku ‘ev revandin e, eger ku hûn dixwazin em kurê berdin lazim e hûn 15 Bitcoin razînin vê hesabê' berdevkê polîsan got ku mixabin malbata zarokê hê nizane ku Bitcoin çi ye."

Herwiha çeteyê di notê de gotine ku wext heya roja duşemê ye. Hat diyarkirin ku li Afrîkaya Başûr yekem car e ku bi awayê Bitcoin fidye tê xwestin.

Bi heman mijarî:

Ji Erdogan ji welatê Afrîka Maliyê daxuyaniya Efrînê
Afrîka veqetandina ji ÛCMê nîqaş dike
Fransa leşkerên xwe yên Afrîka Navîn vedikişîne
Etîketan:
revandin, bitcoin, Afrika
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de