22:13 18 Hezîran 2018
Hindistan-Dalit-Eylem

Polîs êrîşî çalakvanan kir: 12 kes mirin

© AP Photo / Ajit Solanki
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Hindistanê welatî bi sedema ku febrîkaya sifirîn zirarê dide xwezayê daxwaz kirin ku bê girtin û çalakiya protestoyê lidarxistin, herwiha di pevçûna bi polîsan re 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Tamil Nadu ya başûrê Hindistanê bi hezaran kes şîrketa sifirîn a Resources ku aîdî Brîtanyayê, bi daxwaza girtina wê çalakî lidarxistin û dest bi protestoyan kirin. Di protestoyên ku 5 hezar kes beşdar bûn de hat eşkerekirin ku sedema çalakiyê febrîkeyek ku zirarê dide xwezayê ye.

Hat ragihandin polîs bi cop û xaza rondikqirêj êrîş kirin li hember vê jî çalakvanan bi kevir bersiv dane polîsan. Li gor nûçeya AFP polîs bi gulleyên rasteqîn êrîş biriye ser xwepêşandanan û di encama pevçûnan de 12 kes mirine. Lîderê mûxalîf Rahul Gandhi bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, ev terora bi piştevaniya dewletê ye.
Herwiha li Hindistanê bi mehan e ku protestoyên dijî febrîkeyê didomin.

 

Bi heman mijarî:

Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ji nû ve dest pê kir
Hemas: Têkiliyen me bi Îran û Hizbullahê re gelekî xurt in
DDKD: Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de em ê piştgirî bidin HDPê
Li giştiye Tirkiyeyê operasyon, gellek kes hatin desteserkirin
Etîketan:
pevçûn, hindistan, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de