04:25 22 Hezîran 2018
Mih - Mêşin

Şerê şivan û cotyaran bû sebeba operqasyona artêşê: 35 kuştî û gelek jî hatin girtin

© Sputnik / Виктор Чернов
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Nîjeryayê piştî şerê navbera şivan û cotyaran li hemberî grûbênçekdar oeprasyonek li dar xist. Di operasyonê de 35 kes hatin kuştin û gelek kes jî hatin desteserkirin.

Li gor nûçeya ajansa Nîjeryayê (NAN) wekîlê dîrektorê ofîsa çapemenî ya Wezareta Parastin a Nîjeryayê John Agim di axaftina xwe de got: "Artêşê Nîjeryayê li eyaletên herî zêde ku şivan û cotyar şer dikin ên Benue, Taraba, Zamafara û Nasarawayê li hemberî grûbên çekdar operasyonek li dar xist."

John Agim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di encama operasyona artêşê de 35 çekdar hatin kuştin, gelek kes hatin desteserkirin û cebilxaneyeke mezin jî hat bidestxistin. Di operasyonê de leşkerek hat revandin û du leşker jî birîndar bûn."

Hikûmeta Nîjeryayê ji ber şer û pevçûnên şivan û cotyaran ku heta niha gelek kesan canê xwe ji dest daye û bi hezaran jî cih û warê xwe terikandin girîngî da herêmê bi artêşê li hemberî grûbên çekdar operasyon li dar xist.

Bi heman mijarî:

Şivan û cotkar bi hev ketin: 20 kuştî û gelek birîndar
Eşîr jî tevlî şerê şivan û cotyaran bû: 25 kuştî û bi 10an birîndar
Di navbera şivan û cotyaran de li ser diziyê şer derket: 10 kuştî û gelek birîndar
Li Batmanê brûsk ket: Şivan birîndar bû û 64 mêşîn jî telef bûn
Dîsa şivan û cotyar li ser diziyê bi hev ketin: 11 kuştî û gelek birîndar
Etîketan:
Artêşa Nîjeryayê, Nîjerya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de