13:30 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Berê yê Japonyayê Yoshiro Mori û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Serokwezîrê berê yê Japonyayê bo Pûtîn: Em bi dewletên xwedî çekên nukleerî dorpêçkirî ne

© Sputnik / Alexei Nikolsky
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Serokwezîrê Berê yê Japonyayê Yoshiro Mori di hevdîtina xwe ya du sal berê ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re got, "Ji ber ku derdora Tokyoyê bi dewletên xwedî çekên nukleer dorpêçkirî ye, pêwist e em pabendî polîtîkaya Washingtonê bimîne."

Vladimîr Pûtîn
© Sputnik / Ramil Sitdikov
Mori ji rojnameya Shimbun re axivî, "Du sal berê di hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re min got ‘derdora Japonyayê bi welatên xwedî çekên nukleer dorpçêkirî ye.' Min jê re got ‘eger ew van çekan bi kar bînin, hûn dê werin me rizgar bikin?'"

Morî diyar kir ku ji ber ku di navbrwa herdu welatan de peymaneke aştiyê tine ye ji bo alîkariya bi Japonyayê re Rûsya ne berpirsyar e, "dê Amerîka alîkariya me bike lê pêwist e Japonya pabendî Amerîkayê bibe."

Pûtîn di 2016an de di serdena xwe ya bo Japonyayê bi Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe re li giravên Başurê Kurile hevdîtinek pêk anîbû. Ev hevdîtin ji bo peymana aştiyê weke gavên girîng hatibûne dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku Rûsya û Japonya ji Şerê Cîhanê Duyemîn û vir ve peymaneke aştiyê îmze nekirine. Di navbera herdu welatan de li ser 4 giravên ku weke giravên Başûrê Kuril têne bi navkirin nakokî hene.

Bi heman mijarî:

Serokê Rûsyayê Pûtîn li xwe mikur hat
Pûtîn pirozbahî li Maduro kir
Pûtîn: Çekên rûsî çend salan li pêşiya hemtayê xwe ne
Pûtîn sersaxî da Kubayê
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Etîketan:
Peywendiyên Rûsya û Japonyayê, çekên nukleer, Peymana aştiyê, Morî, Pûtîn, Japonya, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de