03:19 18 Hezîran 2018
Milîtanên Talîban

Rêxistinê kontrola du navçeyan bi dest xist: 14 kuştî

© AFP 2018 / Arşiv
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku di encama êrişa milîtanên Talîbanê de 14 hezên ewlekariya Afxanistanê hatin kuştin.

Di êrişa hemxwet ya milîtanên Talîbanê yên li navçeya Deh Yak û Cegatû ya wîleyeta Gazne ya Afxanistanê de 14 hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Berdevkê Walîyê Gazneyê Aref Nûrî diyar kir ku li herêmên nêzî navenda navçeyan şerê bi milîtanan re hêj jî dewam dike.

Nûrî ragihand ku di êrişan de mirî hene, lê hêj hejmar nehatin zelalkirin û hêzên alîkar ji bo herêmê hatin şandin.

Wekîlê Şûreya Bajêr ê Gazneyê Hesen Reza Yûsûy diyar kir ku di encama wan her du êrişan de 14 hezên ewlekariyê hatine kuştin.

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahît jî di derbarê êrişan de diyar kir ku di encama her du êrişan de 43 hêzên ewlekariyê hatine kuştin û kontrola her du navçeyan bi dest xistine.

Bi heman mijarî:

Rûsya dixwaze Kabîl û Talîbanê li Moskowayê li ser masê bicivîne
Li Afganîstanê di êrîşa Talîbanê de 13 polîs hatin kuştin
Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
Rûsya: Daxuyanîyên alîkariya talîbanê nayên qebûlkirin
Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
Etîketan:
êriş, milîtan, Hesen Reza Yûsûy, Aref Nûrî, Afxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de