19:10 23 Hezîran 2018
Pakistan

Tenê li bajarekî di nava 3 rojan de 65 kesî canê xwe ji dest da

© REUTERS / Naseer Ahmed
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku pîleya germê bandoreke neyînî li Pakistanê kiriye û tenê di nava 3 rojan de 65 kesî canê xwe ji dest da.

Pîleya germe bandoreke neyînî li jiyana xelkên sivîl ên Pakistanê dike. Li bajarê Karaçiyê di nava 3 rojên dawî de 65 kesî canê xwe ji dest da.

Serokê Weqfa Edhiyê Feysel Edhi di axaftina xwe ya çapemeniya Pakistanê de got: "Di morga aîdî weqfê de 3 rojên dawî 114 cenaze hatin û ji wan 65 jê ji ber germe canê xwe ji dest dane. Piraniya kesên ku canê xwe ji dest dane yê 6 û 78 salî ne."

Li Karaçiyê pîleya germê di nava rojê car caran ji 45an dibihure, zêdebûna nêmê û birîna elektrîkê bandoreke neyînî li jiyane dike. Şirketa K-Electrik ku elektrîkê dide Karaçiyê bangî xelkê kir ku bi teseruf bixebitînin.

Tê pêşbînîkirin ku pîleya germê ya Karaçiya ku li qeraxa Okyanusa Hindê ye hetanî 23ê Gulanê dewam bike.

Bi heman mijarî:

Li Pakistanê li dijî baregeha leşkerî êrîşa bombeyî: 11 mirî
Li Pakistanê keçeke 7 salî rastî destdirêjiyê hat û hat kuştin
Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
Amerîkayê şandina alîkariyên bo Pakistanê rawestand
Artêşa Pakistanê: Pêdiviya me bi pereyên Amerîkayê nîne
Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 6 kes birîndar bûne
Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
Etîketan:
Li Karaçiyê 65 kesan canê xwe ji dest dan, Karaçî, Pakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de