06:59 22 Hezîran 2018
Vîrûs

Vîrûs belav dibe: Hejmara miriyan gihîşte 27an

© AP Photo / Abbas Dulleh
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC) vîrûsa Ebola belav dibe û ji 8ê Adarê ve hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîşte 27an.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, Wezîrê Tendirustiyê Oly Ilunca di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku bajarê ku pêşî vîrûs lê hatiye dîtin hemşîreyekê jî canê xwe ji dest daye û tevlî wê ji 8ê Adarê ve hejmara kesên ku ji ber vîrûsê Ebolayê canê xwe ji dest dan gihîştiye 27an.

Wezîr Oly Ilunca di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Ji 49 bûyerên îshalê di 22an de vîrûsa Ebola hatiye tespîtkirin û di 21ê de jî gumanên mezin hatine tespîtkirin."

Herwiha Ilunca li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyamek weşand û got: "Du nexweşiyên ku ji vîrûsa Ebolayê dihatin dermankirin baş bûn û ji bo malê hatin şandin."

Ji aliyê din ve li herêma Mbandaka ku herî zêde vîrûsa Ebolayê lê belav bûye berpirsên hikûmetê, Neteweyên Yekbûyî û yên Rêxistina Tendirustî ya Cihanê dest bi kampanyaya aşiyê kirin.

Bi heman mijarî:

Li Komara Kongoyê 2 helîkopter ketin
Li Kongoyê di şer û pevçûnan de herî kêm 100 kes hatin kuştin
Rûhanî: "Heke em terorîzmê ji holê ranekin dê wekî vîrûsê herkesî dorpêç bike"
Etîketan:
Hejmara kesen mirî zêde bû, Kongo
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de