00:50 20 Hezîran 2018
Ceribandina moşekan a Koreya Bakur

Ji rojnamevanên ku tunekirina polîgona nukleerî bişopînin 10 hezar dolar hat xwestin

© REUTERS / KCNA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rêveberiya Koreya Bakur ji rojnamevanên ku bixwazin dîmenên tunekirina polîgona nukleerî tomar bikin 10 hezar dolaran dixwaze.

Bi sedema asêkirina polîgona nukleerî Koreya Bakur 23-25ê Gulanê merasîmekê li dar dixe.

Ji bo ku tunekirina polîgonê bişopînin rêveberiya Koreya Bakur bang li rojnamevanên welatên Amerîka, Çîn, Rûsya, Brîtanya û Koreya Başûr kir.

Lê belê ji bo rojnamevanên ku bixwazin wan dîmenan tomar bikin û merasîmê bişopînin vîze hatiye danîn ku 10 hezar dolar ji wan tê xwestin.

Hat diyarkirin ku dibe rojnamevanên Koreya Başûr li derveyî vîzeyê bên hiştin û ji wan 10 hezar dolar neyê xwestin.

Hikûmeta Koreya Bakur ji nûnerên medyayê xwest ku 22yê Gulanê li saet 11.00an herin avahiya balyozxaneya wan a li Pekînê û li wir yên navên xwe tomar bikin û baca xwe bidin jî dê bi balafirên taybet bo bajarê Wonsanê bên şandin.

Koreya Bakur 15ê Gulanê dest bi xerakirina polîgona nukleerî ya Punggye-ri kiribû.

Bi heman mijarî:

Serokê MHPê bersiva, 'Kurd dengên xwe nadin Tifaqa Cumhur' da
‘Hûsiyan bi fuzeyan li keştiya tirk a genim xist’
Li baregeha Hmeymim a rûsî balafireke bêmirov hat xistin
Berdevkê PKKê li ser êrîşa Biradostê daxuyanî da
PDK ji bo hikûmeta nû ya Iraqê serdana Bexdayê dike
Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Li Hatayê wesayîta leşkerî qulibî: 11 leşker birîndar bûn
Ji Pentagonê daxuyaniya Îranê: Çi pêwîst be em ê bikin
Sedir û Amirî civiyan: Divê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê lêz bê kirin
Etîketan:
Polîgona Nukleerî, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de