09:47 23 Hezîran 2018
 İran Atom Enerjisi Kurumu Başkanı Ali Ekber Salihi ile Avrupa Komisyonu'nun enerjiden sorumlu üyesi Miguel Arias Canete Tahran'da basın toplantısında

Îran ji YEyê re: Em ê li ser peymana nukleerî bisekinin lê bi şertekî

© REUTERS / Alissa de Carbonnel
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Dawiya heftê li Îranê berpirsê karê enerjiyê yê Komîsyona Ewropayê Miguel Arias Canete û nûnerên Îranê civiyan. Îran “em ê li ser peymana nukleerî bimînin lê bi wê şertê ku zirara aborî ya ji aliyê Amerîkayê de were divê welatên Yekîtiya Ewropa bidin.”

Donald Trump di 9ê Gulanê de ragihandibû ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyaye. Piştê vekişîna Amerîkayê gelek welatên Ewropayê lê xebitîn ku peymana nukleerî neyê betalkirin. Di vê çarçovê de berpirsê Karê Enerjiyê yê Yekîtiya Ewropa Miguel Arias Canete çû Îranê bû bi nûnerê karê Atomî yê îranê Ali Ekber Salihi re li ser pêşeroja peymanê axivîn.

Salihi di axaftina xwe de destnîşan kir ku "Îran wê peymana nukleerî bidomîne lê bi şertê ku ew zerarên ku ji mueyîdeyên Amerîkayê were Îranê bila ji aliyê Yekitiya Ewropa ve bê dayîn. Eger ku hewlên YEyê li têra pêşîlêgirtina Amerîkayê bike em ê peymanê bidomînin."

Bi heman mijarî:

Îran a ku Amerîka mueyîde lê sepandin bi Brîtanyayê re peymana petrolê îmze kir
Macron: Tevî biryara DYAyê ya peymana nukleerî, YE hebûna şirketên li Îranê misoger dike
Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
Ryabkov: Niyeta Trump tune ku ji biryarên xwe yên peymana nukleerî vegere
Îran: Vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî dê bandorê li hevkariya Moskowa-Tehranê neke
Etîketan:
ewropa, amerîka, îran, peymana nukleerî, îRAN
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de