22:21 18 Hezîran 2018
Nicolas Maduro

Di hilbijartinên Venezuellayê de Maduro bi ser ket

© REUTERS / Carlos Garcia Rawlins
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Venezuellayê Nicolas Maduro di tura yekemîn a hilbijartinê de ji sedî 68ê dengan wergirt û qezenç kir.

Serokê Konseya Hilbijartin a Neteweyî Tibisay Lucena di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji sedî 46 beşdarî pêk hat û 8 milyon 300 hezar deng hatin jimartin.

Tibisay Lucena di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nicolas Maduro zêdetirî ji sedî 68an 5 milyon û 800 hezar deng wergirtin û dîsa wek Serokê Dewleta Venezuellayê hat hilbijartin."

Lucena di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku namzedê din Henry Falcon milyonek û 820 hezar, Javier Bertucci 925 hezar û Reinaldo Quijada jî 34 hezar û 614 deng wergirtin. Maduro hetanî sala 2025an dê wezîfeya serokariyê bimeşîne.

Piştî îlankirina encamên fermî yên hilbijartinê Henry Falcon li ser hisabê xwe yê medya civakî encamên hilbijartinê xeyrî meşrî bi nav kir û ragihand ku ew encaman nas nakin.

Bi heman mijarî:

Maduro mûçeyên karkerên Venezuelayê ji sedî 95 zêde kirin
Maradona bi Maduro re fûtbol lîst û got: Em leşkerên Madûro ne.
Maduro: Pûtîn li dinyayê serokê herî polpuler û kesekî aştîxwaz e
Trump: Maduro serokekî xirab e
Maduro bangî Trump kir: Wî destê xwe yê pîs ji welatê min bikşîne
Etîketan:
Serokê Dewleta Venezuellayê, Nicolas Maduro, Venezuella
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de