05:56 21 Hezîran 2018
Çekdar

Milîtanan li Dantewadayê êrişî polîsan kir: 6 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû

© AP Photo / Bilal Hussein
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li herêma Dantewada ya Hindistanê milîtanan êrişî wesayîta polîsan kir. Di encama êrişê de 6 polîs hatin kuştin.

Li gor zanyariyên berdest, li herêma Dantewada ku dikeve rojhilatê Hindistanê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de bombeya ku berê ji aliyê milîtanên maoyî ve li erdê hatibû çandin teqiya. Di encama teqînê de 6 polîs hatin kuştin û polîsek jî bi giranî birîndar bû.

Li gor medyaya herêmî ya Hindistanê bûyer li herêma Dantewada ya eyaleta Chhattisgarhê ji ber bombeya ku milîtanên maoyî binerd kiribû pêk hat. Hêzên ewlehî ji bo bidestxistina êrişkaran operasyon dane destpêkirin.

Milîtanên maoyî ku ji serokê Çînê Mao Zedong sûdê werdigrin ji sala 1967an ve li gelek eyaletên Hindistanê çalekiyên çekdarî li dar dixin.

Bi heman mijarî:

Li Hindistanê tanka T-90 bû wesayîta fermandaran
Li Hindistanê keça 16 salî bi saxî şewitandin
Li Bakurê Hindistanê bahoza qûmê: 77 kes mirin, 143 kes birîndar bûn
Li Hindistanê serhildana Dalîtan: 9 kuştî
Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
Etîketan:
Milîtanan li Hindistanê êrişî polîsan kir, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de