10:33 24 Hezîran 2018
Ukrayna

Leşkerê ukraynî ji Trump re: Ez amade me şahidiya Kievê bikim ku çekên kîmyewî bi kar anî

© AP Photo / Evgeniy Molaletka
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Leşkerekî berê yê Ukraynayê ji bo Donald Trump vîdeoyek kişand û di vîdeoyê got ku “Hêzên çekdar yên Ukraynayê di operasyonan de çekên kîmyewî bi kar anî û ez amade me ji bo vê şihadiyê bikim.”

Ji Artêşa Ukraynayê leşkerekî bi navê Aleksandr Medinskiy ji bo Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump vîdeoyekê kişand û li ser kanala youtubê ya bi navê ‘Open Ukraine' parvekir. Medinskiy di destpêka vîdeoyê de dibêje "ji ber ku Trump dibêje ‘ez li hember bikaranîna çekên kîyevî me' bi taybetî xîtabê wî dikim."

Li gor axaftina Aleksandr Medinskiy: Di sala 2015an de Hêzên Taybet yên Artêşa Ukraynayê (SSO) dest dane ser baregeha çekên kîmyewî baregehê birinê Kîevê. Labratuwara kîmyewî heta sala 2016an li Kîevê xebitiye.

Serokê Dewleta Venezuellayê Nicolas Maduro
© REUTERS / Carlos Garcia Rawlins
Medinskiy di dewamiya vîdeoya xwe de dibêje ku "bi emrê fermandaran ji bo têkbirina hin hêzan çekên kîmyewî hatin çêkirin û ev çekana li herêma onbassê hatin bikaranîn."

Aleksandr Medinskiy di dewqamiya axaftina xwe de îdia kir ku çekên kîmyewî tenê di operasyonên leşkerî de nehatin bikaranîn, herwiha li hember kesên ku li dijê îktidara Ukraynayê derdiketin jî dihat bi karanîn. Ji bo van hemûyan ez amade me ku şihadiyê bikim.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Ukrayna bi fermî li ber îflasê ye
Li paytexta Ukrayna Kievê teqîn
Ukrayna li benda ‘Plana Marshall’ a Ewropayê ye
Ukrayna ji bo li ber Rûsyayê rabe ji NATOyê 'zanyariyên îstixbarî' dixwaze
Etîketan:
trump, ukrayna, kîmyewî, ukrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de