05:46 21 Hezîran 2018
Antonio Guterres

Erdogan bi Guterres re li ser Filîstîn û Sûriyeyê axivî

© REUTERS / Denis Balibouse/File photo
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê pêwendiyek bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re pêk anî. Erdogan û Guterres li ser rewşa Filîstîn û Sûriyeyê rawestiyan.

Di pêwendiya telefonî ya Erdogan û Guterres de, Erdogan şermezarkirina Îsraîlê ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a NYyê ve û biryara avakirina komîsyoneke lêpirsînê ya serbixwe ji bo bûyerên li Xezeyê qewimî ne, wekî gaveke erênî nirxand.

Di hevdîtinê de, herwiha Erdogan daxwaz kir ku civaka navdewletî bi dengekî bilindtir bertekê nîşanî kiryarên Îsraîlê bide.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de Erdogan derbarê encamên civîna Rêxistina Hevkariya Îslamê ya Stenbolê de, Guterres agahdar kiriye û Guterres jî gotiye, ew dê mijarê bişopînin.

Herwiha hat diyarkirin ku li ser rewşa Sûriyeyê jî Guterres diyar kiriye ku ew hewlên Tirkiyeyê yên li Cenevre û Astanayê bo çareseriya krîza Sûriyeyê pîroz dibînin.

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: Hêj karê Rûsyayê li Sûriyê bidawî nebûye
‘Li Sûriyê ji bo çareseriyeke aştiyane hemû merc pêk hatine'
Bayik: Hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bo têkbirina faşîzmê şansek e
Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
Ji muxalefeta Tirkiyê bo saziyên çapemeniya tirkî helmeta ‘bigre biçe'
‘Dibe ku Pûtîn bi Erdogan û Rûhanî re dawiya Tebaxê an jî serê Îlonê bicive'
Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan ket: 110 kesan can da
Etîketan:
Guterres, Erdogan, Sûriye, Îsraîl, Filîstîn, Cîhan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de