03:08 18 Hezîran 2018
Li paytexta Kuba Havanayê balafira Boeing 737 ket

Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan ket: 110 kesan can da

© AFP 2018 / Adalberto ROQUE
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan a Boeing 737 piştî ku firiya bi demekê ket. Li gor zanyariyên dawî di encama ketina balafirê de 110 kesan can da. Di balafirê de 104 rêwî û 8 kes jî muretebat hebû.

Li paytexta Kuba Havanayê balafira rêwiyan a Boeing 737 piştî ku firiya bi demekê ket.

 

​Li gor zanyariyan balafir pişt rabûnê bi çend deqeyan ketiye.

​Tê ragihandin ku 104 kes di balafirê de hebûn û piştî ketinê kesên jiyana xwe ji dest dane hene.

'3 KES RIZGAR BÛNE'

​Serokê Kubayê derbarê ketina balafirên de fikarên xwe anîn ziman û got, em ditirsin ku gelek kesan can dabin.

Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel, bilez gihîşt cihê bûyerê û li wir got, ew ditisin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dabin.

Medya dewletê ya Kubayê ragihand ku 3 kes ji nav balafirê rizgar bûne.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku fîloyên balafiran ên Kubayê bi sedema ambargoyê nayên nûkirin, gelek caran qezayên balafiran ên bi ziyanên mezin ên canî rû didin.

110 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li gor nûçeya AFPê rojnameya fermî ya Partiya Komînîst a Kubayê derbarê qezaya balafirê de ragihand ku 100 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî hat ragihandin ku hejmara miriyan gihîştiye 110 kesan.

Di balafirê de 104 kes 8 muretebat hebûn û medya Kubayê jî ragihandibû ku 3 kes ji wan rizgar bûne.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de