20:59 22 Gulan 2018
    Kuzey Kore lideri Kim ve Güney Kore lideri Moon

    Koreya Bakur: Ta ku pirsgirêk çareser nebin, em dê bi Başûr re hevdîtinan pêk neyînin

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji ber tetbîqata leşkerî ya Amerîka û Koreya Başur, Korey Bakur hevdîtinên bi Koreya Başûr re rawestandibûn. Koreya Bakûr di vî warî de iro jî daxuyaniyek nû da. Pyongyang, "Ta ku pirsgirêk çareser bibin em dê bi rayedarên Koreya Başûr re hevdîtinan pêk neyînin."

    Li gorî ajansa nûçeya fermî ya Koreya Bakur KCNAyê, Koreya Bakur biryar daye ku heta ku ‘hindek pirsigrêkên di navbera herdu welatan de' bêne çareserkirin bi Koreya Başûr re hevdîtinan pêk neyîne.

    ​Ji Komîteya Pêvgîhana Aştiyane ya Koreya Başûr Ri Son Gwon tatbîqata leşkerî ya salane ya Amerîka ligel Koreya Başur ya bi navê ‘ Max Thunder' şermezar kir.

    Herwiha Rî beyî ku nav bide parlementoya Koreya Başûr rexne kir û got, "bi mirovên weke kîsê rêxe' re hevdîtinan pêk tînin.

    ​Li gorî ragihandina Reutersê Ri hikûmeta Koreya Başûr weke ‘bêker' bi nav kir, "Rayedarên niha yên Koreya Başûr ji rewşa niha fam nakin, cahîl û bêker in."

    Seul û Washington heftiya bihûrî tatbîqata leşkerî ya du hefteyî ya bi navê Max Thunder dabû destpêkirin. Pyongyang amajê kiribû ku tatbîqat li dijî Deklerasyona Panmunjomê ye û hevdîtina payebilind a Bakur-Başûr ya ku dê dûhî pêk bihata hatibû rawestandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakûr ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re guftûgoyên bi Koreya Başûr re rawestand
    Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
    Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin
    Koreya Bakur: Careke din nabe
    Etîketan:
    Tatbîqat, Hevdîtin, Kim Jong-Un, Koreya Başur, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de