22:45 22 Gulan 2018
    Ala Ukraynayê

    Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin

    © REUTERS / VASILY FEDOSENKO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) bang li Ukraynayê kir ku Gerînendeyê RIA Novostiyê Kirill Vişînkiy derhal berdin û da xuyakirin, binçavkirina wî nayê qebûlkirin.

    Sekreterê Giştî yê IFJyê Anthony Bellanger ji Spûtnîkê re ragihand, "Federasyona Rojnamevanên Navnetewî, piştgiriyê dide Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê. Min doh bang li rêveberiya Ûkraynayê kir ku demildest hempîşeyê me berdin. Azadiya rojnamevanî bi xalên Makqanûna Ukraynayê ya 34emîn û xala 10an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Parastina Azadiyan tê misogerkirin."

    Bellanger got, "Li welatekî demokratîk nayê qebûlkirin ku rojnamevanên karên xwe dikin werin binçavkirin."

    Herwiha Dîrektorê Human Rights Watch ê Asyaya Navîn Rachel Denber jî ji Spûtnîkê re derbarê mijarê de diyar kir, ew ji ber serdegirtina ofîsa RIA Novostiyê ya Ûkraynayê û binçavkirina Vişînkiy gelekî bi fikar in.

    Denber got, "Divê hikûmeta Ukraynayê hûrmetê ji medya û azadiya derbirinê re nîşan bide."

    Bi heman mijarî:

    Lîstîkavana ‘Keçên Rojê' li Cannesê bû
    Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
    Îsraîlê Xeze topbaran kir
    Dengbêj ji bo fitarê gazî mele dike: Ez xulamê te me...
    Konseya Ewropa: Destwerdana Ukraynayê bo RIA Novostiyê cihê fikaran e
    Başak Demirtaş: Êvarî mîtînga Demirtaş heye!
    Etîketan:
    Kirill Vişînkiy, RIA Novostî, Ukrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de