11:10 24 Gulan 2018
    Lehî - Şape

    Vê carê jî şape li Afganistanê rabû

    © REUTERS / Kham
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bakurê Afganistanê ji ber şapê 11 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî windayî ne.

    Li Afganistana ku roj derbas nabe bi dehan însan di encama êriş û teqînan de canê xwe ji dest didin vê carê jî ji ber barîna barana zêde li bajarê Sarî Pul ê eyaleta Samanganê şape rabû. Li gor amareyên destpêkê herî kêm 11 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî windayî ne.

    Berdevkê Walîtiya Samanganê Sidiq Ezîzî di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Li Samanganê ev çend rojên bê navber baran dibare û ev bû sedema lehî û şapê. Di encama şapê de 7 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Herwiha bi dehan avahî jî herifi ne."

    Serokê Daîreya Tekoşîna Afatan ê bajarê Sarî Pulê Ezîzurahman Aymak jî got: "Li Sarî Pulê 4 kes di lehiyê de canê xwe ji dest dan û 5 kes jî windayî ne."

    Li gor daxuyaniya Aymak zêdetirî 200 ajalî jî telef bûye.

    Bi heman mijarî:

    Li paytexta Afganistanê teqîneke bihêz çêbû
    Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
    ‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
    Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
    Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
    NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
    Etîketan:
    Li Afganistanê lehî, Samangan, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de