17:42 23 Gulan 2018
    Meha Remezanê - Rojiya Remezanê

    Rojiya meha Remezanê destpê kir

    © AFP 2018 / John MACDOUGALL
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojiya meha Remezanê ya ku li seranserê dinyayê cîhana îslamê bi peroş pêşwazî dike, îşev 16ê Gulanê destpê dike. Lê belê li hin welatên ereb, Asya û Rojhilata Navîn roja yekem ya rojiyê ji ber bendewariya dîtina heyvê rojek şûnde destpê dike.

    Li çend welatên wekî Erebistana Siûdî, Bahreyn, Mîrnişînên Yekîtiya Erebî, Mexrîb û Iraqê roja yekem a rojiya Remezanê roja Pêncşemê (17ê Gulanê) destpê dike.

    Li welatên Ewropayê, Amerîka, Tirkiye û Qeterê jî îşev (16ê Gulanê) yekem paşîv tê xwarin û roja yekem a rojiyê destpê dike.

    Cejna Remezanê îbadeta misilmanan - nimêj
    © Sputnik / TABYLDY KADYRBEKOV
    Cejna Remezanê îbadeta misilmanan - nimêj

    LI HERÊMA KURDISTANÊ ROJÎ ROJA PÊNCŞEMÊ DESTPÊ DIKE

    Li Herêma Kurdistanê jî Komîteya dîtina heyvê ya Wezareta Ewqafê ragihand ku sibe roja dawî ya meha Şebanê ye û roja Pêncşemê (17ê Gulanê) jî yekem roja rojîgirtina meha Remezanê ye.

    14Ê HEZÎRANÊ EREFE, 15 JÎ CEJN E

    Piştî 30 rojên rojîgirtinê misilmanên li seranserê cîhanê Cejna Remezanê pîroz dikin.

    Erefeya Cejna Remezanê 14ê Hezîrana 2018an û roja yekem a cejnê jî 15ê Hezîranê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Erzeromê 7 HDPyî û DBPyî hatin binçavkirin
    Pûtîn: Çekên nû derfetên Rûsyayê yên ewlekarî û hevsengiyê qat bi qat zêdetir dikin
    PKKê li Rihayê bi roketan êrîşî qereqola cendermeyan kir: 2 leşker birîndar bûn
    Pêşniyara betalkirina peymanên bi Îsraîlê re ji aliyê AK Partiyê ve hat redkirin
    Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin
    Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
    Etîketan:
    Rojî, Remezan, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de