20:58 22 Gulan 2018
    Ceribandina moşekan a Koreya Bakur

    Koreya Bakur ji ber tetbîqata bi Amerîkayê re mizakereyên bi Koreya Başûr re rawestandin

    © REUTERS / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koreya Bakur ji ber tetbîqata leşkerî ya bi Amerîkayê têkiliyên xwe yên pilebilind ên bi Koreya Başûr re rawestandin.

    Ligel ku têkiliyên Koreya Bakur bi Koreya Başûr baş bûbûn jî bi sedema tetbîqada leşkerî ya bi Amerîkayê re ji nû ve gihîştin asta rageşiyê.

    Koreya Bakur tetbîqata leşkerî ya hevpar a Koreya Başûr û Amerîkayê wekî provokasyon bi nav kir û mizakereyên asta bilind bi Koreya Başûr re rawestandin.

    Pyongyangê herwiha gefa betalkirina lûtkeya ku tê çaverêkirin di navbera Kim Jong-un û Serokê Amerîkayê Donald Trump de pêk were xwar.

    Hevdîtina mizakereyên bilind ên navbera Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in ku dihat çaverêkirin li gundê agirbestê pêk were hat rawestandin.

    ‘PROVOKASYONEKE QESTÎ YA LEŞKERÎ YE'

    Di daxuyaniya ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNAyê de hat gotin, "Tetbîqata ku li Koreya Başûr birêve diçe û me dike armanc li hemberî Deklarasyona Panmunjomê gefxwarineke qelaşî ye û li dijî geşedanan siyasî ya erênî li Nîvgirava Koreyê provokasyoneke qestî ya leşkerî ye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em barkirina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê nas nakin
    Îsraîlê xwest ku balyozê Tirkiyê yê li Qûdsê biçe welatê xwe
    Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
    Beramberîkirina lîmûzîna Pûtîn ‘Aurus Senat’ û ‘Cenewar’a Trump
    Îran: Vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî dê bandorê li hevkariya Moskowa-Tehranê neke
    Li Hewlêrê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandanek hat lidarxistin
    Etîketan:
    Amerîka, Koreya başur, koreya bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de