18:11 21 Gulan 2018
    Hevdîtinên Astana yên bo aştiya Sûriyê

    Hevdîtinên Astanayê dibe ku êdî li Soçiyê bên kirin

    © AFP 2018 / STANISLAV FILIPPOV
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevdîtinên bo bidawîkirina pevçûnên li Sûriyeyê yên navdewletî ku di navbera Rûsya, Îran û Tirkiye de tên kirin dewam dikin, tê payin ku hevdîtina pêş a di meha tîrmehê de li bajarê Soçiyê wê bê lidarxistin.

    Hevdîtinên Astana yên bo aştiya Sûriyê
    © AFP 2018 / STANISLAV FILIPPOV
    Piştî hevdîtina 9em a aştiyê yên Sûriyeyê ku li paytext Astanaya Kazakistanê hat li dar xistin, danezanek hat weşandin. Hat ragihandin di encamnameya hevdîtinê de dewletên xarantorên pêvajoya Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiye eşkere kirin e ku hevdîtina di meha tîrmehê de dê li bajarê Rûsyayê Soçiyê bê lidarxistin.

    Bi piştevaniya Rûsya, Tirkiye û Îranê hevdîtina tûra 9em bo bidawîkirina pevçûnên li Sûriyeyê, li paytext Astanaya Kazakistanê hat lidarxistin. Ji aliyê din ve derbarê veguhastina hevdîtinan daxuyaniyek fermî hêj nehatiye dayin, lêê nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û gotûbejê Rûsya yê hevdîtinan Aleksandr Lavrentyev, eşkere kir ku hevdîtina pêş ku dê li Soçiyê bê lidarxistin, nayê ser wateya ku êdî hevdîtin li Astanayê bên kirin.

    Di vê navberê de di encamnameyê de hat diyarkirin, hevdîtina xebatên grûba pevguherînên li Sûriyeyê ya meha hezîranê, tê payin ku li Enqereyê dê were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên Astana 7ê bi dawî bûn
    Muxalifên çekdar beşdarî Astana-6ê dibin
    Astana 5ê destpê kir: Hemû alî tevlî civînê bûn
    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’
    Zaxarova: DYA derbeyeke giran li pêvajoya Astana û Ceneveyê xist
    Etîketan:
    soçî, astana, xebat, hevdîtin, Aleksandr Lavrentyev, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de