04:46 25 Gulan 2018
    Moldova

    Piraniya moldoviyan li dijî endambûna NATOyê ne

    © REUTERS / Gleb Garanich/File Photo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor lêkolînên raya giştî yên Moldovyayê piraniya moldoviyan li dijî NATOyê ne û eger referandûmek were kirin wê dengê ‘na' derkeve.

    Enstîtuya Polîtîkayên Gelemperî bi navê ‘Barometroya Gelemperî' li Moldovayê lêkolînek kir û li gor lêkolînê ji sedî 53ê moldoviyan li dijî endambûna Moldova ya NATOyê ne û rêjeya kesên ku piştgiriya NATOyê kirin ji sedî 21 derket.

    Herwiha li gor lêkolînê, ji sedî 56 kesên ku beşdarî lekolînê bûne daxwaza parastina statuya bêalî kirine. Tenê ji sedî 18 hemwelatî piştgiriya hevkariya bi NATOyê re dikin.

    Li gor Destûra Bingehîn a Moldovayê welat xwediyê statuyeke bêalî ye, lê ji sala 1994an ve di çarçoveya hevkariya plana şexsî de bi NATOyê têkildar e. Bûroya Pêwendî û Navenda Agahî ya NATOyê li Kişineva paytextê Moldovayê xebatên xwe didomîne.

    Bi heman mijarî:

    'Kesên ku destûra têketina welatiyên rûsî bo Moldovayê nedan, dê hesabê bidin'
    Gazpromê peymana gazê ya bi Moldovayê re dirêj kir
    Serokomarê Moldovayê ala YE rakir
    Pûtîn serokê Moldovayê Dodon û yê Bulgaryayê Rudev pîroz kir
    Xelkê Ûkraynêyê kirasê nasnameya Moldovayê li xwe dikin
    Etîketan:
    NATO, Moldova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de