20:55 20 Gulan 2018
    Avahiya NY ya li Cenevreyê

    NYyê banga rawestandina tundiya bêpîvan li Îsraîlê kir

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric bang li artêşa Îsraîlê kir, hêza ku li hemberî xwepêşanderên veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê protesto dikin, kêm bike.

    Dujarric di daxuyaniya nivîskî de got, "Divê hêzên ewlekariya Îsraîlê tundiya bêpîvan bikar neyînin, destwerdanên biçek kêm bikin. Pêwîst e Hamas û rêberên xwepêşanderan jî rê li ber çalakiyên tundiyê bigirin."

    Dujarric banga hêminiyê li hemû aliyan kir û ji bo dabînkirina pêdiviyên tenduristî û dermanan bo birîndaran daxwaza fînansekirina alîkariya mirovî kir.

    Berdevkê NYyê bi bîr xist ku Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres bawer dike ku ji xeynî çareseriya du dewletî ti çareseriyek bo rewşa Qûdsê nîne.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê 3 roj şîna qurbaniyên filîstînî hat ragihandin
    Ji Koşka Spî daxuyaniya bûyerên Xezeyê: Hamas provoke dike
    Li Bidlîsê qeza: 2 kes mirin, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
    Barzanî û McGurk proseya piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
    Çavuşoglu: Amerîka nikare navbeynkariyê bike, pêbaweriya xwe winda kiriye
    Etîketan:
    Filîstîn, Îsraîl, NY, Neteweyên Yekbûyî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de