04:36 28 Gulan 2018
14 Mayıs 2018, Gazze sınırına İsrail ordusunun saldırısından kaçış

Ji Koşka Spî daxuyaniya bûyerên Xezeyê: Hamas provoke dike

© REUTERS / Ibraheem Abu Mustafa
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê bûyerên ku bêhtirî 50 kesan li sînorê Xezeyê jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da û piştgirî da Îsraîlê.

Di daxuyaniya Koşka Spî de piştgiriya bo Îsraîlê hat ragihandin û li ser bûyerên ku hêzên Îsraîlê mudaxeleyî Filîstîniyan kirine û bêhtirî 52 kesan jiyana xwe ji dest daye jî got, "Mafê Îsraîlê heye li hemberî Hamasê xwe biparêze."

Berdevkê Koşka Spî Raj Shah di civîna rojane ya çapemeniyê de ji mirina filîstîniyan rêxistina Hamasê berpirsiyar dît got, "Haya me ji nûçeyên derbarê bûyerên tundiyê yên îro li Xezeyê berdewam dikin heye. Li vir dîsa berpirsê mirinên trajîk rasterast Hamas e."

Berdevkê Koşka Spî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qûdsê (Orşelîm) bi bîr xist û diyar kir, "Hamas ji qest bersiveke wiha bi awayekî dûrxistina ji mijarê provoke dike."

 

Bi heman mijarî:

Li Bidlîsê qeza: 2 kes mirin, zêdetirî 10 kesan birîndar bûn
PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
Demirtaş nalet li Îsraîlê anî û ji bo piştevaniya filîstîniyan banga mîtinga mezin kir
Çavuşoglu: Amerîka nikare navbeynkariyê bike, pêbaweriya xwe winda kiriye
Trump fermana kêmkirina kirîna petrola Îranê da
DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekujiyê ya li Endonezyayê girte ser xwe
Etîketan:
Îsraîl, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de