08:04 25 Gulan 2018
    Putin ve Paşinyan

    Pûtîn û Paşinyan li bajarê Soçiyê hevdîtin pêk anîn

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Ermenistanê yê nû Nikol Paşinyan îro li bajarê Rûsyayê Siçiyê hevdîtin pêkanîn.

    Li Ermenistanê piştê xwepêşandanên ku bi rojan berdewam kir serokê muxalifan Paşinyan bû serokwezîrê Ermenistanê yê nû. Piştê destpêkirina Paşinyan hevdîtina xwe ya yekem bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re kir. Pûtîn di hevdîtinê de destnîşan kir ku: Ez hikûmeta Ermenistanê û serokwezîrê Ermenistanê yê nû pîroz dikim, têkiliyên me yên Êriwanê re wek berê wê bi awayek xurt bidome. Herwiha Pûtîn da zanîn ku ku wê Rûsya di qada navneteweyî de jî bi Ermenistanê re hevkariyê bidomîne.

    Paşinyan jî anî ziman ku "em spasiya Rûsyayê dikin ku di dema aloziya siyasî ya li Ermenistanê siyasetekê heqane şopand, di têkiliyên Ermenistan û Rûsyayê de guhertin tune ye, em ê hewl bidin ku şirîktayiya bi Rûsyayê re xurttir bikin û bidomînin."

    Bi heman mijarî:

    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Ermenistan, protokola asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re betal kir
    Ermenistan: Em ê protokolên bi Tirkiyeyê re betal bikin
    ‘Ermenistan gundên me bombebaran dike, mirî hene’
    Etîketan:
    ermenistan, pûtîn, paşinyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de