17:40 23 Gulan 2018
    Polîsê Endonezyayê

    Li hemberî navenda polîsan êrişa bombeyî: 7 kuştî

    © AFP 2018 / Bay ISMOYO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Surabaya yê Endonezyayê li hemberî navenda polîsan êrişa bombeyî pêk hat û li gor daneyên destpêkê di êrişê de 7 kes hatin kuştin.

    Li gor rojnameya Jakarta Postê, berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Cavaya Rojhilat Frans Barung Mangera di axaftina xwe de got: "Di êrişa bombeyî ya li hemberî navenda polîsan a li taxa Sikatana bajarê Surabayayê de 7 kesan canê xwe ji dest dan."

    Frans Barung Mangera di daxuyaniya xwe de eşkere nekir ku gelo kesên hatine sivîl an jî hêzên ewlehî ne.

    Hêjayî gotinê ye ku duhî li bajarê Surabayayê li hemberî 3 dêran êriş pêk hatibûn û di êrişan de 13 kesan canê xwe ji dest dabû û herî kêm 41 kes jî birîndar bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Endonezya erdhej: Hişyariya tsûnamiyê hat dayin
    Li Endonezyayê 3 dêr bûn armanca êrîşên xwekujî: 9 mirî, 40 birîndar
    Li Endonezyayê otobêsek li motosîkletekê qelibî: Herî kêm 25 kes mirin
    Li Endonezyayê bi mezinahiya 6.5 erhej pêk hat
    Li Endonezyayê teqîn pêk hat
    200 girtiyên firarî yên li Endonezyayê, hatin dîtin
    Li Endonezyayê welatiyekî Rûsî ji ber tîşortê bi sembola komunîzmê hat desteserkirin
    Etîketan:
    Li Endonezyayê êrişa bombeyî, Frans Barung Manger, Endonezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de