11:17 24 Gulan 2018
    Yekem keştiya xwemalî ya balafiran a Çînê 'Type 001A'

    Yekem keştiya balafirên şer a Çînê bi rê ket

    © REUTERS / Li Gang/Xinhua
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Televizyona dewletê ya Çînê CCTVyê ragihand ku yekem keştiya balafirên şer a xwemalî derketiye sefera ceribandinê.

    Hat ragihandin ku keştiya balafirên şer li gor dema herêmî li saet 07.00an derketiye seferê ku ew keştî dikare 36 balafirên J-15 hilgire.

    Keştiya yekem a balafirên şer a Çînê ya bi navê Liaoning ‘Varyag' ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hatibû çêkirin û ji Ûkraynayê di sala 1998an de hatibû kirîn.

    Yekem keştiya xwemalî ya Çînê Type 001A sala 2017an daketibû ser behrê. Keştiya ku çêkirina wê di sala 2013an de destpê kiriye berên wê 315 metre dirêjî, 75 metre firehî, 70 hezar ton giranî û xwedî lêza 31 knotan e.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
    PDKyiyên ku Heşda Şeibî ew revandibûn, hatin berdan
    Li Endonezyayê 3 dêr bûn armanca êrîşên xwekujî: 9 mirî, 40 birîndar
    Li Enqerê êrîşî polîsên tirk kirin
    Welatê serkeftiyê Eurovision 2018an diyar bû
    Koreya Bakur tesîsên xwe yê nukleerê ji hev de dixe
    Etîketan:
    Keştiya balafirên şer, Çin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de