20:51 20 Gulan 2018
    Polîsên Burundiyê

    Êrîşa terorî li Burundiyê: 26 kes mirin

    © REUTERS / Goran Tomasevic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Burundiyê li dijî sivîlan êrîşek pêk hat û di encamê de 26 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Wezîrê Ewlehiya Giştî ya Burundiyê Guillaume Bunyoni di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran de got, li bajarê Cibitoke êrîşeke terorî pÊk hat û di encamê de 26 kesan canê xwe daye.

    Bunyoni destnîşan kir ku 24 kesan li malên xwe, 2 kesan jî li nexweşxaneyê canê xwe daye û derbarê êrîşê de agahiyên zêde parve nekirin.

    Welatiyekî ji herêmê di axaftina xwe ya ji bo APyê de anî ziman ku êrîşkaran xaniyên li herêmê dane ber êgir, xelk bi çek, kêr an jî şewatê kuştine. Wî welatiyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand ku di êrîşê de hevsera wî û 2 zarokên wî jiyana xwe ji dest daye.

    Hêjayî gotinê ye ku li welatê Burundiyê di 17ê Gulanê de ji bo dirêjkirina dema peywirê ya serokê dewletê referandûm tê lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Li Afxanistanê dijî konvoya NATOyê êrîş: 11 zarok mirin
    Li Kaliforniyayê êrîş: Êrîşkar 3 jinên rehîn kuştin
    Li Şamê bi roketan êrîş kirin: 3 kesan can da
    Li Şamê êrîş: 3 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    êrîş, Wezîrê Ewlehiya Giştî ya Burundiyê, Guillaume Bunyoni, Burundi
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de