06:54 26 Gulan 2018
Kim Jong-un

Koreya Bakur: Careke din nabe

© Sputnik / Iliya Pitalev
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Koreya Bakur soz daye ku careke din bêxeber hew ceribandina moşek û pekandina moşekên balîstîk ên navneteweyî pêk bînin.

Rêxistina Hewageriya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku bi berpirsên Koreya Bakur re hevdîtin hat kirin û êdî wê vê bêxeber moşekan neceribînin.

ICAOyê di daxuyaniya xwe de cih da îfadeya Cîgirê Midûrê Giştî yê Îdareya Hewageriya Koreya Bakur Ri Yong Son. Son di îfadeya xwe de dibêje: "Ji bo ku bernameya çeka nûkleerî ya neteweyî bi dawî bû êdî hewceyî ku em bêxweber ceribandina moşekan an jî pekandina moşekên balîstîk ên navneteweyî pêk bînin nema. Em ê têkiliyên xwe bi saziyên hewageriyê yên sivîl re zêde bikin."

Li gor daxuyaniyê Koreya Bakur di qada xwe ya hewayî de dixwaze hinek rotayên nû veke û ji bo vekirina rotayeke qada hewayî ya Koreya Başûr dest bi hewldanan kiriye.

Bi heman mijarî:

Trump: Pompeo, ji Koreya Bakur bi ‘mêvanên xwe’ re vedigere
Ji Pompeo bo Koreya Bakur: Ev jesteke baş e
Hat piştrastkirin ku di balafira nepen a ku diçû Çînê de Serokê Koreya Bakur Kim hebû
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un gelo carek din çû Çînê?
Koreya Bakur 3 girtiyên amerîkî serbest berdide
Koreya Bakur hoparlorên xwe ku li sînor danîbûn radike
Etîketan:
Cîgirê Midûrê Giştî yê Îdareya Hewageriya Koreya Bakur, Ri Yong Son, Koreya Bakur
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de