04:27 28 Gulan 2018
Çîn - Pekîn

Çîn: Em hêvî dikin ku Tirkiye piştgiriyê bide yekparçebûna Sûriyê

© AP Photo / Ng Han Guan
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Nûnerê Taybet ê Hikûmeta Çînê Gong Xiaosheng piştî serdana xwe ya Rojhilata Navîn daxuyanî dan. Nûnerê Çînê di civîneke rojnamevanî de got, “Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku Tirkiye jî tê de welatên din ên Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin yekparçeyiya Sûriyeyê.”

Gong Xiaosheng li ser mijara Sûriyeyê wiha axivî: "Em piştgiriya yekparçeyiya erda Sûriyeyê û serweriya wê dikin. Em li dijî parçekirina Sûriyeyê ne. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku Tirkiye jî tê de welatên din ên Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin yekparçeyiya Sûriyeyê."

'SEKNA ME YA SÛRIYEYÊ DIYAR E'

Xiaosheng da xuyakirin ku mijarên sereke yên serdana wî ya Rojhilata Navîn Sûriye û peymana nukleerî ya Îranê bûye û got, "Sekna me ya bo Sûriyeyê diyar e. Em dixwazin xwînrijandin demildest raweste û gotûbêj destpê bikin. Ev ji bo Rojhilata Navîn jî dinyayê jî gelekî girîng e. Wekî Çînê em tim wisa difikirin."

'PEYMANA NUKLEERÎ JI BO ÇARESERKIRINA KÊŞEYAN GAVEKE GIRÎNG BÛ'

Nûnerê Çînê li ser vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerî rexne kir û got, "Di encama mizakereyên duvedirêj ev peyman hatiye girêdan. Ev peyman ji bo qedexekirina çekên nukleerî li cîhanê û çareserkirina kêşeyên siyasî gaveke girîng bû."

Bi heman mijarî:

YPGê amarên dawî yên şerê Efrînê eşkere kirin
Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê
Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
Demirtaş ji bo Elçi helbestek nivîsî
Kûpaya Cîhanê ya 2018an wê bibe sahneyên bûyerên tekan e
Amerîkayê qebûl kir ku Kînjalên rûsî bêhempa ne
Merkel: Trump zirarê dide nîzama navdewletî
Wezareta Rûsyayê: Li hin welatan ceribandinên çekên nukleerî tên veşartin
Etîketan:
Tirkiye, Sûriye, Çîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de