17:01 26 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan û Omer Beşîr

Sûdan û Tirkiyeyê li ser cîbicîkirina peymanan li hev kir: Erdogan û Beşîr dicivin

© AP Photo / Kayhan Ozer
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Lijneya Şêwira Siyasî ya navbera Sûdan û Tirkiyeyê tewsiye dike ku peymanên di navbera herdu aliyan de hatine îmzekirin werin pêkanîn û ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûdanê Omer Beşîr bicivin.

Cîgirê Wezareta Derve ya Sûdanê Ebdulxenî el Niêm û hevkarê wî yê tirk Umit Yalçinî têkiliyên çandeyî, zanistî û aboriyê gotûbêj kirine û agahî dane pisporên van qadan. Herwiha herdu aliyan behsa hevkariya navbera herdu welatan a li ser asta herêmî û navdewletî kiriye.

Lijneyê ragihand ku civînek ji bo Meclisa Plankirina Stratejîk a navbera Sûdan û Tirkiyeyê tê li darxistin û dê wezîrên derve yên herdu welatan jî dê tê de beşdar bibin da ku amadekariyên civîna serokên herdu welatan bikin.

Niêmî destnîşan kir ku têkiliyên yên navbera Sûdan û Tirkiyeyê, nexasim di vê dema dawî de ya piştî serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bi pêş de ketine û teqez kir ku hikûmet birijd e ku tiştên lihevkirin li wan çêbûye pêk bîne.

Yalçinî jî teqez kir ku Erdoganî dîrektîv dane rayedarên hikûmetê ku bi erênî bi Sûdanê re bidin û bistînin û di têkiliyên dualî de  bigihêjin qonaxeke stratejîk.

 

Bi heman mijarî:

Sûdan li benda veberdêrên rûsî ye
Sûdan: 'Em dikarin çandiniya Kurdistanê bi pêş bixin'
Li başûrê Sûdanê balafira barkêş ku muretebatê wê rûs bûn ket: Hejmara miriyan nayê zanîn
Balafireke leşkerî li Sûdanê ket
Hejmara kuştiyên Sûdanê ji 150 kesî bihurî
Sûdanê rêveberiya 2 dibistanên girêdayî FETO spart şîrketeke Sûdanî
Etîketan:
Umît Yalçin, Ebdulxenî el Niêm, Omer Beşîr, recep tayyip erdogan, Sûdan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de