08:03 25 Gulan 2018
    Amerîka û Çîn

    Çîn ji bo parastina peymana nukleerî amade ye ku tiştê ji dest were bike

    © REUTERS / Damir Sagolj
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Baylozê Çînê li Moskowayê Li Xuwey ragihand ku ji bo kû peymana nukleerî ya bi Îranê re hatibû îmzekirin bê parastin, Çîn amade ye ku hemû hewildanan pêk bîne.

    Baylozê Çînê li Moskowa ji rojnamavanan re got: "Çîn li gor helwesta hevgirtî tevdigere û rijd e ku aliyên peymanê li ser bingeha parastina cidiyatê, yekpariya vê peymanê diyalogê xurtir bike, ji bo ku rewşeke nû neyê afirandin."

    Lî Xuwey "Çîn amade ye pêkanîna armancê bi awayekî adil û berpirsiyar biparêze û ji bo berdewamiya wê, hewildanên xwe bo parastin û pêkanîna rêkeftina berfireh dewam bike."

    Serokê Amerîkayê Donald Tramp roja sêşemê ragihandibû ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin xwe vedikişîne. Tramp aşkere kir ku her çend Îran şertên peymana nukleerî pêk tîne jî, lê ew li ber pêşvebirina çekên nukleerî ye. Li gorî gotnên wî, DYA sizayên dijî Îranê di `asta herî bilind` dê bisepîne.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
    'Em ê pirsgirêka kurd bi sê tiştan çareser bikin'
    Ciwantirîn berendama parlementeriyê li Batmanê serî li HDPê da
    Pêşbirka fînala Kûpaya Tirkiyeyê dê îşev li Amedê bê lîstin
    Peskov: Biryara Amerîkayê parastineke niximandî dihewîne
    Etîketan:
    Yekpareyiya peymanê, Peymana nukleerî, amadekarî, Li Xuwey, Amerîka, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de