17:33 23 Gulan 2018
    Hilbijartinên li Malezyayê

    Di hilbijartinên pêşwext ên li Malezyayê de desthilatî guherî

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di hilbijartinên li Malezyayê de Pakatan Harapan (Tifaqa Hêviyê) a bi pêşengtiya serokwezîrê berê Mahathir Mûhammed bi ser ket. Mahathir Mûhammed di 92 saliya xwe de bû serokwezîr û bi vî awayî bû serokê herî temenmezin ê cîhanê.

    Malaysian airforce's Hawk jet touches down at Kuantan airforce base in Kuantan, east coast of Malaysia, Thursday, Sept. 15, 2005
    © AP Photo / Vincent Thian
    Li Malezyayê hilbijartina hatin lidarxistin û di encamê de li hemberî Barisan Nasional (Bereya Neteweyî) a serokwezîrê niha Necîb Rezaq, Pakatan Harapan (Tifaqa Hêviyê) a bi pêşengtiya serokwezîrê berê Mahathir Mûhammed bi ser ket.

    Tifaqa Hêviyê ji 222 kursiyên li parlamentoyê 113 kursî bi dest xistin û bû desthilat. Bereya Neteweyî (Barisan Nasional) ya ku ji sala 1957a û vir ve li ser desthilatiyê ye tenê 79 kursî bi dest xistin.

    Tê payîn ku Mahathir Mûhammed îro ji bo serokwezîriyê sondê bixwe.

    Mahathir Muhammed
    © REUTERS / Lai Seng Sin
    Mahathir Muhammed

    'NECÎB REZAQ: EM ENCAMÊN HILBIJARTINÊ QEBÛL DIKIN

    Serokwezîrê niha yê Malezyayê Necîb Rezaq jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew encamên hilbijartinê qebûl dikin û got, Şahê Malezyayê kê bike serokwezîr, Bereya Neteweyî wê qebûl bike.

    Necip Rezak
    © REUTERS / Athit Perawongmetha
    Necip Rezak

     

    Bi heman mijarî:

    Li Malezyayê balafira leşkerî winda bû
    Malezyayê vîzeya hemwelatiyên Koreya Bakur rakir
    'Balafira Malezyayê bi zanebûn hat daxistin'
    Etîketan:
    hilbijartin, Necîb Rezaq, Mahathir Mûhammed, Malezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de