16:59 26 Gulan 2018
Bendav

Ji ber baranê zêde bendav teqiya: Gelek mirî hene

© REUTERS / JIM URQUHART
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku şevê din ji ber barana zêde bendaveke Kenyayê teqiya. Li gor agahiyên destpêkê gelek kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya berpirsekî hikûmeta Kenyayê ku nexwest navê eşkere bike, şevê din ji ber barîna barana zêde bendaveke Kenyayê teqiya û gelek kesan canê xwe ji dest da. Li gor agahiyan, bûyer li herêma Solai ya bajarê Nakuruyê ku 190 kîlometroyan li bakurê rojavayê Naîrobiya paytextê Kenyayê dikeve qewimiye.

Waliyê Najuruyê Lee Kinyajui di axaftina xwe de got: "Ava bendavê hem bû sedema windayî kesan û hem jî bû sedema windayiyên milkî. Heta niha çawaniya zirareke heyî nehatiye tespîtkirin."

Ji aliyê din ve Heyva Sor a Kenyayê li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê ragihand ku heta niha 39 kes rizgar kirine.

Bi heman mijarî:

Serokê nû yê Kenyayê diyar bû
Li Kenyayê tankêr teqiya: Herî kêm 30 kes mirin
Li Kenyayê xanîyekê 6 qetî herifî, 7 kes mirin
Etîketan:
Li Kenyayê bendav teqiya, Kenya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de