14:15 23 Gulan 2018
    Li Somaliyê êrişa bombeyî

    Li bazara Wanlaweynê êrişa xwekujî: 15 kuştî û 10 birîndar

    © REUTERS / Feisal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku di êrişa xwekujî ya bazara Wanlaweyna Somaliyê de 15 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, li bazareke bajarê Wanlaweyna eyaleta Şarabellaya Jêr a Somaliyê êrişeke xwekujî pêk hat, li gor agahiyên destpêkê di êrişê de herî kêm 15 sivîl hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

    Cîgirê Waliyê eyaleta Şarabellaya Jêr Abdifatah Hajji Abdulle di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Êrişkarekî xwekuj li bazareke bajarê Wanlaweynê xwe di nava sivîlan de teqand. Di encama teqînê de 15 hemwelatî canê xwe ji dest dan."

    Li gor daxuyaniya Abdifatah Hajji Abdulle, êrişa xwekujî di seetên berêvarî dema ku bazar qelebalix bû pêk hat ji xeyrî 15 kuştiyan 10 kes jî birîndar bûne.

    Heta niha ti kesî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe, lê rêxistina terorîst a Eş-Şebabê berê çalekiyên wiha li dar xistibûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Hejmara miriyên êrîşa li Somaliyê derket 28an
    Li Somaliyê nêzîkî balafirxaneyê teqîn: Gelek mirî hene
    Etîketan:
    Li Somaliyê êrişa xwekujî, Wanlaweyn, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de