07:03 26 Gulan 2018
Zîrweya Yekîtiya Erebî

Yekîtiya Erebî: Îran polîtîkayên xwe yên bêaramî dewam dike

© REUTERS / Mohammad Hamed
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebû Gayt divê welatên ku peymana nûkleerî bi Îranê re îmze kirin peymanê ji çav derbas bikin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebû Gayt piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji peymana nûkleerî daxuyaniyek parve kir.

Yekîtiya Erebî di daxuyaniya xwe de got: "Peymana nûkleerî ku hat îmzekirin ji bo çawaniya fealiyetên Tehranê ya nûkleerî bû. Îran li herêmê polîtîkayên bêaramî dimeşîne û me gelek caran got divê ev were şopandin. Ji xeyrî meseleya nûkleerî gelek polîtîkayên Îranê ku îtîrazî wan bikin hene."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku helwesta Yekîtiya Erebî ji destpêkê ve neguheriye. Li alema erebî li hemberî polîtîkaya veşartî ya Îranê aciziyeke zêde heye. Eger Îran bixwaze bi alema erebî re di nava têkiliyên xweş debe divê van polîtîkayên xwe ji çav derbas bike.

Bi heman mijarî:

Pûtîn ji Yekîtiya Erebî re peyamên hevkariyê dan
Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
Yekîtiya Erebî ji bo Filistînê bi Rewşa Awarte civînekê li dar dixe
Qetar tevlî Zîrweya Yekîtiya Erebî ya li Siûdî dibe
Yekîtiya Erebî: Destwerdana Efrînê li xweşa me naçe, divê Rûsya bikeve tevgerê
Yekîtiya Erebî Hizbullah bi terorîsî bi nav kir
Etîketan:
Yekîriya Erebî, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de