01:32 26 Gulan 2018
Leşkerê Ermenistanê li Qerebaxê

Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokê nû yê Ermenistanê Nîkol Paşinyan piştî hatina ser kar bi serokê muxalîf ê Xerebaxê Bako Saakyan re hevdîtinek kir û soza piştgiriyeke tam da Qerebaxê.

Paşinyan di hevdîtina ligel Saakyan de diyar kir ku ew dê di çarçoveya mafê diyarkirina çarenivîsê de piştgiriya proseya çareseriya kêşeya Qerebaxê (Artsah — navê dîrokî) bidin û got, "Lê belê bawerim ku pêvajoya çareseriyê bêyî beşdariya Artsahê nabe."

'ÊRÎVAN PIŞTGIRIYA ÇARESERIYA AŞTIYANE DIKE'

Paşinyan destnîşan kir, ‘naskirina Qerebaxê li qada navnetewî dê bihêle ku bi Ermenistanê re yekbûna xwe ragihîne' û got ku ew wek Erîvanê li gor Koma Minskê ya di çarçoveya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE) hatiye damezirandin de, piştgiriya çareseriya aştiyane dikin.

'DEMA KU NIYETA DAGIRKIRINÊ HEBE, BEHSA LIHEVKIRINÊ NAYÊ KIRIN'

Serokwezîrê Ermenistanê li dijî lihevkirina rewşa şer derket û da xuyakirin, "Li demeke Baku niyeta dagirkirina Zengezûr, Erîvan û Hankendiyê dike de gelo em dikarin li ser lihevkirinê biaxivin? Dema ku Baku mafê çarenivîsa Xerebaxê nas bike, wê demê lihevkirin pêkan dibe."

Hêjayî gotinê ye, Xerebaxa Çiyayî ji aliyê hiqûqî ve di nav sînorên Azerbaycanê de cî digire, lê kontrola wê jî di destê alîgirên Ermenistanê de ye.

Bi heman mijarî:

Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
Pûtîn û Netanyahu li Kremlînê li ser rewşa Rojhilata Navîn axivîn
Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
Mueydeyên li ser Îranê dê çiqasî bandorê lê bikin û kî dê herî zêde sûdê jê bigire?
Gina Haspel: CIAyê dê qet û qet venegere bernameya tund a lêpirsînê
UAEA: Îran di mijara peymana bukleerî de berpirsiyariyên xwe bi cih aniye
Etîketan:
Azerbaycan, Qerebax, Paşinyan, Ermenistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de